Talebanî: pirosesa çaksaziyê berdewam û berfirehtir dibe
6/29/2019 1:02:01 PM
Talebanî diyar kir ku di kabîneya berê da ji bona destpêkirina çaksaziyan gavên giring hatine avêtin û erka mezin ya kabîneya nû jî berdewamîdan û berfirehkirina wan gavên ji bona çaksaziyê hatine avêne ye
Talebanî: Di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê da xebata bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir
5/25/2019 4:58:37 PM
Talebanî got ku raste Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê, lê dikare serweriya xwe ya elektironî hebe û bi sîsema cîhanî ve bê girêda. Pirsgirêkên federalî di rêya bielektironîkirina hikûmetê da hene weke; Karta Niştimanî û sîstema bankeyan û got ku ew geşbîne ku ji aliyê tîmên pispor û şaraza ve dê ji bo hemû pirsgirêkan çarserî hebin
Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin
5/17/2019 12:27:03 PM
Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê hebe
Serokwezîrê Kurdistanê digel Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dicive
5/17/2019 10:51:35 AM
Her du aliyan behsa têkeliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û dane zanîn ku ji ber ew danûstandinên di navebra Bexda û Hewlêr da hene heta niha çend pirsgirêk hatine çareser kirin û di vê çarçoveyê da, Balyozê Brîtanyayê rola Serokwezîr Barzanî bilind nirxand
Bi serperiştiya Talebanî civînek taybet liser pirojeyê Cadeya 100 Metrî li Silêmaniyê
5/14/2019 1:08:04 PM
Biryar hat dan ku komîteya bicîkirina pirojeyê navborî di nava 10 rojan da şîret û pêşniyarên xwe yên li dor çewaniya destpêkirin û bicîkirina pirojeyê pêşkeşî wezareta şarewanî û serokatiya civata wezîran bike daku bi zûtrîn dem biryar li ser destpêkirina pirojeyê bê dan
Qubad Talebanî di merasima derçûyên Zanîngeha Amerîkayê da gotarek pêşkeş kir
5/13/2019 9:48:20 PM
Talebanî got ku divê Herêma Kurdistanê felsefe û rêbazeka aborî ya diyarkirê û minasib hilbijêre, wî got ku ew geşbîne ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser çaksaziyê berdewam be, asata xizmetgozariyan bilind bike û zêdetir giringiyê bi vejandina bazar bide
Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeka Brîtanyayê ra rewşa deverê dinirxîn in
5/5/2019 2:21:16 PM
Her du aliyî li ser çewaniya bicîkirina aramiyê li Îraqê bi piştevaniya civaka navdewletî, pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hevhizir bûn û di vê çarçoveyê da, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û li gor qanûn û destûrê bên çareser kirin
Nêçîrvan Barzanî: Em berdewam kar li ser baştirkirina sîstema saxlemiyê dikin
5/2/2019 8:33:26 PM
Zêdebûna rêjeya nexweşxaneyên hikûmetî û taybetî, berfirehbûna taybetmendî û pisporiyên cuda yên pisîşkî, vekirina senter û kampên pizîşkî û kilînîkên modern, bikaranîna nûtirîn amûr û teknolojiya tibî û çareserkirina piraniya nexweşiyan, kontrolkirina dermanan, firehbûn û gelek curên xwendina tibî û pisporyên cuda, ev hemû nîşanên pêşveçûna berdewam a warê saxlemiyê li Herêma Kurdisytanê ne
Hikûmeta Kurdistanê Yekê Gulanê pîroz dike
5/1/2019 1:18:32 PM
Hikûmeta Hrêma Kurdistanê bi giringî rol û qîmeta vê katagoriya civakî dinêre û ji dil dixwaze hemû maf û daxwaziyên wan bên dabîn kirin, hikûmet bi cidî lêdixebite ku rewşa jiyana karkeran baştir bike û zêdetir derfetên karî, maf û xizmetan jê ra berdest bike
Serokwezîr pêşwazîyê li Konsulê nû yê Misrê li Hewlêrê dike
4/30/2019 9:07:23 PM
Konsulê nû yê Misrê kêfxweşiya xwe bi yekem hevdîtina bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da û got ku ew dilxweş e weke konsulê Komara Misra Erebî li Hewlêtê dest bikar dike. Hariz diyar ku welatê wî, Misir dixwaze têkeliyên xwe digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê bazirganî, aborî, tûrîzm û zanistiyê da, zêdetir pêş bixe